Hebhinark


Doğmamış Mültecinin Kundağı

Yeni işimde ilk günüm. Şehirlerarası sevkler yapılıyor. Kadın, erkek, çocuk, yaşlı herkes ülkesine geri gönderilme korkusuyla görevlilerin gözlerinin içine bakıyor. Aslında doğduklarında bu insanların birer ülkesi vardı. Ama belli ki doğdukları topraklarda huzurlarını kaçırmışlar; üstelik bu koşullarda kalmaları gerektiğine kanaat getiren devletler suçlularmışçasına bu insanların doğdukları yerleri kaçak yollardan terk etmelerine bir kere daha neden olmuşlardı. Otobüslere bindirildiklerinde nereye gideceklerini bilmeseler de sınır dışı edildiklerine eminmişçesine ağlıyorlar. Yıllarca erkeklerin de ağlayabileceğini her ortamda vurgulamama rağmen, o gün bu kadar korunaklı bir yargının yıkılmasına şahitlik etmenin bu denli acı bir deneyim olacağını hiç tahmin etmemiştim. Canımı acıtan erkeklerin ağlıyor olması değildi elbette. Hayatları boyunca kabul ettikleri bu yargının bir yanılgı olduğunu çaresizce öğrenmeleriydi.

O esnada görevlilerin sürekli bir kadın mülteciden şikâyet ettiklerini duyunca kendimi bambaşka bir hikâyede not alırken buldum. Zilal üç gün önce eşi ve iki çocuğuyla Türkiye’ye gelmiş. Geldiği günden beri sınır dışı edilmemek için yalandan sürekli bayılıyormuş. Yemek yemiyor, duş almıyor ve ilgilenmediği için çocukları da hep ağlıyormuş. Bu ne biçim annelikmiş, madem bakmayacakmış doğurmasaymış! Buna benzer sıralanan yargılar eşliğinde Zilal’in kaldığı odaya doğru ilerledik. Yerde boylu boyunca uzanmış bir kadın… Tek yaşam kıpırtısı göz çukurunda birikmiş yaşları. Göğsünün üzerinde çamurdan ne renk olduğu belli olmayan bir bez parçası, ruhuna işlemek istercesine sıkıca bastırmış göğsüne, iki eliyle. Çocukların her biri bir kolundan çekiştirip ağlıyor. Kadın görevli kendine gelmesi için yüzüne üst üste tokatları indiriyor. Ancak öğleden sonra Zilal’in ağzından dinleyebildim hikâyesini. 23 yaşındaymış. Kendi ülkelerinde sevdiği adamla evlenen az kadından biri olması bu hayatta kendini şanslı hissetmesinin tek nedeniymiş. İki çocukları varmış, ama daha evlenmeden üç çocukları olsun istiyorlarmış. Zilal, üçüncüsüne hamile kaldıktan bir süre sonra memleketleri daha da yaşanamaz hâle gelince çocuklarına güzel bir gelecek kurmak için göç etmeye karar vermişler. Ellerindeki her şeyi satıp bir kaçakçıyla anlaşmışlar. Yaklaşık 7 aylık hamileyken, ülkeden artık ayrılabilecekleri haberi gelince apar topar yola koyulmuşlar. Yolun yarısına geldiklerinde doğuma daha zaman olmasına rağmen Zilal’in sancıları başlamış. Zilal, bütün bu süreçleri kesik kesik anlatırken, birden “Welat’ım ilkbahar çamurunun içinde doğdu!” deyiveriyor. Memleketi geride bırakmanın hasretiyle çocuklarına Welat ismini vermişler. Doğumdan sonra yeniden yola koyulmuşlar. Diğer iki çocuğu eşi taşıyormuş, Welat’ı da kendisi. “Doğumdan altı gün sonraydı, artık mecalim kalmamıştı.” diyor. Zilal, Kayalıklardan geçerken bir anda dengesini kaybetmiş ve Welat elinden…

“Çok yalvardım kaçakçılara Welat’ıma bir mezar kazmak için ama müsaade etmediler. Zaten yolda doğum yaptığım için onlara çok zaman kaybettirmişim. Oğlumun üzerine iki taş koyup arkalarında bıraktılar.” diyor hissiz bakışlarla. Bir yurtları olsun diye çıktıkları yolda oğulları yurtsuz kalmış, iki taş çatı olmuştu kendisine. “Welatım kurda kuşa, memleketim zalimlere yem oldu.” diye inliyor birden Zilal. Çok sonradan anladım elinden hiç bırakmadığı o çamurlu bezin onun Welat’ının kundağı olduğunu ve tüm dünya sınırlarının Zilal’in gözyaşlarıyla ıslandığını…

Zilal…
Sınırları aşmaya çalışan tüm çocukların annesi…

***

Pêçeka Penaberekê Newelidî

Roja ewil ya karê min ê nû ye. Şandinên nav bajaran tên kirin. Jin, mêr, zarok, pîr û kal hemû bi tirsa ku ew ê wan bişînin welatê wan li çavên berpirsiyaran dinerin. Di rastiyê de dema ev mirov hatin cîhanê welatekî wan hebû. Lê diyar e welatê ku ji dayîk bûne aramiya  wan xerakiribûn, di ser re jî dewletan bawerî pê anîbûn ku divê di van şertan de bijîn,weke sûcdarbin carekê din jî wan neçar bi  rêyên qaçax terikandina welatê xwe kiribûn. Dema li maşîneyan dihatin siwarkirin, nizanîbûn ew ê herin ku jî weke bawerî pê anînin ku ew ê dersinor bibin digiriyan. Çiqas bi salan min her derî gotibe mêr jî li dikarin bigirîn, dîsa jî min qet texmîn nedikir ku hilweşîna daraza di bin ewlehiyê de ew ê serpêhatiyeke ew qas bi êş be. Bêguman tiştê min diêşand ne girîna zilaman bû. Daraza ku di hemû emre xwe de qebûl kiribûn ji bêçaretî didîtîn ku ji şaşdîtinek wêdetir tiştek nîn e.

Bi bîhîstina gazincên peywîrdaran ên bênavber ji bo jineke penaber, min xwe di nav nîşegirtina çîrokeke din de dît. Zîlal berîya sê rojan tevî hevjîn û du zarokên xwe hatiye Tirkiyeyê. Ji bo wê derveyî sînor nekin ji roja hatiye her tim xwe li xeriqînê daniye. Xwarin naxwe, serê xwe naşo û ji ber ku li zarokên xwe nanihêre, zarokên wê her tim digirîn.  Ev dayikbûneke çawa ye, heke  yê nenihêrta bila neaniya dinyayê! Tevî gotinên wek van, em ber bi jûra Zîlalê ve çûn. Jineke seranser li erdê dirêjkirî… Nîşaneya ku me jê fêmdikir Zilal dijî kombûyîna hêsrên di kortika çavên wê de bûn. Paçekî ku ji herrî yê rengê wî ne diyar bû weke bixwaze bi giyana xwe re bike yek, bi herdu destan bi singa xwe ve dijdand. Her zarokêke wê, milekî wê dikişandin û digiriyan. Peywirdara jin li ser hev sîleyan dadiweşandê ku Zilal were ser hemdê xwe. Encax piştî nîvro derfet çêbû ku çîroka Zîlalê bi dengê wê guhdarî bikim. 23 salî bûye. Li welatê wê, kêm jin bi dilê xwe zewicîne. Di jiyanê de, tenê carekê hîs kiriye ku siûda wê heye; ew jî, ji ber ku karibûye bi dilê xwe, bi zilamekî re bizewice. Du zarokên wan hebûne Beriya zewacê sê zarok xwestine. Piştî bi hemilbûna zarokê sêyemîn, jiyan zêdetir li welatê wan xerab bûye. Ji bo ku ji zarokên xwe re siberojeke  xweştir ava bikin, biryara koçkirinê dane. Hemû tiştên xwe firotine û bi qaçaxçîkî re li hev kirine.  Gava ku bi qasî 7 mehan ducanî bûye, xeber ji wan re hatiye ku êdî dikarin ji welêt derkevin û bi lez û bez ketine rê. Di nîvê rê de, çiqas ji welidînê re dem mabe jî, sancûyên Zîlalê pê girtine. Zîlalê hemû tiştan kêm kêm û ji hev qut digot. Ji nişkê ve got: “Di nav herriya biharê de, Welatê min çêbû!” Ji ber hesreta welatê xwe yê ku li du xwe hiştine, navê Welat li zarokê xwe danîne. Piştî ji dayîkbûnê, dîsa ketine rê. Her du zarokên din li milê hevjînê wê, Welat jî li milê wê. Digot: “Şeş roj piştî welidînê bû, êdî taqet di canê min de nemabû.” Dema ji qîş  derbas bûne, Zilal xwe negirtiye û Welat ji destê wê…

Zilal, Bi nêrîneke bêhîs dibêje: “Min pir lava kir ji kolberan ku gorekî ji Welatê min re bikolin, lê qebûl nekirin. Ji xweji ber di rê de zaroka min çêbûye min bi wan pir dem daye windakirin. Du keviran li ser lawê min dan ser hev û wî li dû xwe hiştin.” Li ser wê rêya ku ji bo welatekî wan hebe derketinê, lawê wan bê welat maye, du kevir bûne stargeh jê re. Zîlal ji nişka ve dinale “Welatê min bû xwarina lewiran, warê min bû milkê zaliman.” Paşê min fêm kir ku ew paçê bi herrî yê ku Zilal qet ji destê xwe bernedida qûndaxa Welatê wê bû û hêsrên Zilalê hemû sînorên cîhanê şil kirî bû.

Zîlal…
Dayîka hemû zarokên ku hewl didin sînoran derbas bikin.

Öykünün Kürtçe redaksiyonu için Musa Anter ve Cihan Elçi’ye teşekkürlerimizle (e.n.).

Comments are closed.