Hebhinark


Sinem’in İkindi Yıldızları

Bizim kaçık kadınlarla bahçede oturmuşuz. Meşhur çay muhabbetlerimizden biri. Tarihin kronolojisi alt üst edilmiş yine. Bir eskilerden, bir en eskilerden; bir hüzün, bir kahkaha. Derken çocukluğumdan bir olay canlandı gözümde. 6-7 yaşlarındayım. İkindi vakti, herkesin tarladan dönüş zamanı. Bizim mahallenin çocuklarıyla oynuyoruz. Birden hemen yamacımızda bir itiş kakış… Sonradan duyduk, Kiyasedin amcanın çobanı aşağı köyden Muzaffer diye bir adamın çayırında kuzuları otlatmış. Saniyeler içinde kürekler, sopalar, tırpanlar havada uçuşmaya başladı. Erkeklerin küfür sesleri, kadınların yalvarışları birbirine karıştı. Ama kimse durmak bilmiyor. Biz de öylece oyunumuzu bırakmış, olanları izliyoruz. Aniden gökleri yırtarcasına bir çığlık… Sesin geldiği tarafa baktığımda masallarda hep dinlediğim peri kadını gördüm sandım. Kadın gökyüzüne uzanıyordu sanki. Bulutlardan yapma leçeğini başından çıkardı. Leçeğin her tarafından yıldızlar akıyordu. Gözlerim gayri ihtiyari kapanıverdi yıldızların parlaklığından. Kadının “Allah aşkına, artık yeter!” deyişle kendime geldim. Ansızın bir sessizlik çöktü kavganın ortasına ve kavga dağıldı. Kadının başı açık, leçeğini almaya eğilirken kırk örgüsünün her biri onunla birlikte yere eğildi. Beyaz bir tınısı vardı örgülerinin. Vay be! Peri kadın tek bir hareketle bir sürü insanın belki de ölümüne engel olmuştu. Kendimi kaptırmış hâlâ anlatıyordum ki birden bizimkiler kahkahalarla konuşmamı kestiler. Acaba bir şey oldu da ben mi fark etmedim diye etrafıma bakınırken bana güldüklerini anladım. Anlattıklarıma gülüyorlardı elbette. Teyzem, “Kuzum benim bu nasıl bir hayal gücüdür.” diye alay etti benimle. Olay aslında tam olarak öyle değilmiş. Kavganın ortasına leçeğini fırlatan, aşağı köyden, köylülerin yardımıyla geçimini sağlayan yoksul, kara kuru Sinem adında bir kadınmış. Öyle zayıfmış ki kadınlar çocukları yemek yemediğinde, “Yemezsen Sinem gibi zayıf olursun.” diye onları korkutup yemek yedirirlermiş. Leçeği de hiç öyle ipekten, etrafı yıldızlarla sarılı falan değilmiş. Hele kırk örüğü hiç mi hiç yokmuş çünkü Sinem sürekli bitlendiği için saçları hep kısacık kesilirmiş. Sinem, leçeğini attığında kavganın durmasıysa çok eski bir gelenekmiş. Ne zaman bir kadın kavgayı durdurmak için leçeğini başından alır ve yere atarsa kavga dururmuş. Ama Sinem leçeğini ortaya attığında insanlar bitleri bulaşmasın diye de dağılmış olabilirmişmiş! Falan filan. Onlar kendi ellerindeki barışın gücünden habersiz benimle alay edip, Sinem ile ilgili büyülü anımı değiştirmeye çalışlar da. Sinem benim için kırk örgülü, leçeğinde yıldızlar olan bir kahraman olarak kalacak. Yeniden yeşerecek bir ot uğruna insanlar ölmesin diye leçeğini alıp, çığlığını göklere duyurmaya sadece Sinem cesaret etmişti çünkü. Bir gün bir kızım olursa ve Sinem’e benzemesinin yolu buysa, hiçbir zaman zorla yemek yedirmeyeceğim.

***

Stêrkên Naverojê Yên Sînemê

Bi jinên me yên xêtik re em li baxçe rûniştine. Yek ji axaftinên me yên navdar ê çayê ye. Kronolojiya dîrokê dîsa hatiye ser û bin kirin. Geh ji yên kevn, geh ji yên kevintir, geh xemgînî, geh jî bi kenî. Di wê navberê de bûyerek ji zarokatîya min hat hişê min. Ez li der-dora 6-7 salî me. Esr bû, dema ku hemû kes ji nav zevî vedigerîya. Em bi zarokên taxa xwe re dilîzin. Ji nişke ve, hema li kêleka me pevçûnek… dû re em pê hesîyan ku şivanê Apê Xiyasedîn, berxên xwe çêrandiye di nav mêrga yekê bi navê Mizafer yê ji gundê jêra me. Di nav çend çirkan de bêr, dar, das, li hewayê difîrîyan. Sixêfên zilaman û hewarên jinan li nava hev ket. Lê tu kes nikarîbû xwe bigre. Me jî dev ji lîstika xwe berdabû û li wan temaşe dikir. Ji nişkê ve, qêrînekî ku ezman diqelêşe… Dema ku ez zîvirîm li aliyê ku qêrîn dihat, min got qey wê perîyê ku her tim di çîrokan de dihat qalkirin dibînim. Jinik wekî ku ber bi ezman ve  hildikşîya. Laçika xwe ya ku bi ewran hatîye çêkirin ji serê xwe derxist. Ji hemû derên laçikê stêrk dibarîyan. Ji çirûskên stêrkan, çavên min bêhemdî hatin girtin. Bi gotina  jinikê ya “Ji bo xwedê êdî  bes e” ez ez hatim ser hemdê xwe. Jî nişka ve wekî bêdengi ket nav pevçûnê, û pevçûn rawestîya. Serê jinikê vekirî, dema ku hewl da laçika xwe ji erde rake, her çil kezîyên wê jî pê re xwe berdan erdê. Kezîyên wê bi ahengekî spî ve xemilandî bûn. Weylaaa! Jineke perî, bi tevgerekê ve, hemû mirov sekinandibûn, belkî jî pêşî li mirina wan girtibe. Min hê jî bi kelecan qal dikir ku ji nişke ve, merivên me, bi kenên xwe axaftina min birîn. ‘’Gelo tiştekî bûbû ku ez pê nehesiyabûm?’’, lê dema ku min li dora xwe nêrî, min fêm kir ku bi min dikenin. Helbet bi gotinên min dikenîyan. Xaltiya min henekê xwe bi min kir û got “berxa min hêzeke xeyalkirinê ya çawa li ser te heye”. Bûyer tam ne bi wî şiklî bûye. Jina ku laçika xwe di nav şer de hilpekandibû, ji gundê jêrê, bi navê Sînem jineke feqîr a reşûtankî bûye ku her tim bi alîkariya gundiyan debara xwe kiriye. Sînem ew qas hejar bûye ku gava ku zarokên wan nan nexdixwarin dayîkên zarokên xwe ditirsandin, dayîkan, ji wan re digotin “heke tu nan nexwî, tu yê bibî weke Sînema hiskolek’’. Laçika wê jî qet weke ku ez dibêjim, ji hevrişimê û bi stêrkan xemilandî nebûye. Jixwe ji ber ku tim kêç di sere Sînemê de hebûne, çil keziyên wê qet çênebûne, porê wê tim kurkirî bûye. Bi laçik avêtina Sinemê ve rawestana şer jî gerdîşeke pir kevin bûye. Kîngê jinekê ji bo rawestîna şer laçik ji sere xwe veke û bavêje erdê, şer bi dawî dibe. Lê dema Sînemê laçika xwe diavête erde, dibe ku ew zilam ji ber tirsa spî û kêçên Sînemê belav dibûn! Û filan û bevan… Her çiqas ew ji hêza aşitiyê ya di destê wan de ne agahdar bin û hewl bidin ku bîranîna min a di derheqe Sînemê de biguherînin jî, Sînem ji bo min dê weke lehengeke porê wê çilkezî û ji laçika wê stêrk dibarin. Ji ber ku tenê Sînemê qêrîna xwe gihandiye ezmanan ji bo ku gîhayekî şîn bibe û mirov hev nekujin. Heke rojekî keçikeke min çêbibe û rêya ku bişibe rêya Sînemê ev be, ez ê tu carî bi zorê xwarinê nedimê.

Öykünün Kürtçe redaksiyonu için Musa Anter ve Cihan Elçi’ye teşekkürlerimizle (e.n.).